Wezîrê Berevaniyê: Brîtanya jî dê li DAIŞê bide
__2014_08_09_h12m25s8__BA.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Berevaniyê yê Brîtanya ragihand ku Brîtanya jî dê li çekdarên DAIŞê bide dê alîkariyê jî bighînin koçberên Şingalê.
Brîtanya Michael Fallon, Wezîrê Berevaniyê yê ragehand ku ew jî xwe amade dikin li navçeyên Şingal û Mexmûrê hevkariya Amerîkayê bikin û bi rêya esmanî pêgehên çekdarên DAIŞê bombardiman bikin.
Fallon diyar kir ku dê alîkariyê jî bighînin koçberên Şingalê.
Hêjayê gotinê ye roja Pêcşema borî Serokê Amerîkayê Barack Obama biryar da ku hêzên esmanî yên Amerîkayê pêgehên DAIŞê bombardiman bikin û heta niha du caran balefirên şer ê Amerîkayê pêgehên çekdarên DAIŞê li sînorê Mexmûr bombardiman kirine.
Doh Wezîrê Derve yê Iraqê Hoşyar Zêbarê got: “Em wê alîkariyê biqîmet dibînin û spasiya wê biryara wêrek a serok Obama dikin.”




