25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Pêşmerge gehişte çiyayê Şingalê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-Efserê hêza Yek a Zêrevanî mizgîniya srkeftina Pêşmerge di girtina çiyayê Şingalê de ragihand û dibêje bi fermana Serok Barzanî dê ew koçber bêne vegwehestin bo cihekî aram.

 

Seyîd kêsteyî, efserê hêza Yek a Zêrevanî, di daxuyaniyekê de, ji KDP.info re got: “Pêşmerge gehiştine çiyayê Şingalê û bi fermana Serok Barzanî dive ew Pêşmerge, koçberên Şingalê yên ku li ser çiyê mane asê, rizgar bikin.”

 

Kêsteyî got: “Biryar hatiye sitendin ku wan koçberan bînin nava axa Kurdistanê, yan her cihekî din ku werin rizgarkirin.”

 

Wî efserî zêdetir got: “Ew hêz doh bi şev gehişt ser çiyayê Şingalê.”

Nûçeyên têkildar