26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Rêjeya koçberên ku hatine rizgarkirin ji ser çiyayê Şingalê zêde dibe

Çavkanî: KDP.info

 

Şingal-KDP.info- Nûnerê asayişa Herêma Kurdistanê li ser çiyayê Şingalê ragihand ku Hêzên Pêşmerge berdewamin li ser rizgarkirina koçberên çiyayê Şingalê û heta niha jî nêzîkî hezar kesî hatine rizgarkirin û gehiştine Zaxo.

 

Emîd Aştî Koçer, Nûnerê asayişa Herêma Kurdistanê li çiyayê Şingalê, ji KDP.info re ragihand: “Ev du rojin pêşmerge di şer de ligel DAIŞê berdewamin û di pêşrewiyê de ne û nêzîkî navçeya Sinûn û rêya li pêşiya derbasbûna koçberên ser çiya vedikin, heta ku koçber di rêya Rojavayê Kurdistanê ve vedgerin bo Zaxo û Dihokê.”

 

Koçer got: “Heta niha hevkariyekî baş gehiştiye wan koçberan û roj bi roj jî hevkarî zêdetir dibin.”

 

Nûçeyên têkildar