Hoşyar Zîbarî: Vegerandina Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bo hêla 36 wehim û xeyale

Hewlêr-KDP.info-Li Hewlêrê, di kongreke rojnamevanî de, Hoşyar Zîbarî, Wezîrê Derve yê Iraqê ragihand ku vegerandina Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bo hêla 36 wehim û xeyale, û Fûad Husên jî tekez kir ku Pêşmerge xwe rêkdixe û bi piştrastî Pêşmerge dê vegerere wan cihên ku jê vekişyabûn.
Îşev li Hewlêrê, Wezîrê Derve yê Iraqê Hoşyar Zêbarî û Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Fuad Husên li ser rewşa dawî ya Iraq, Başûrê Kurdistanê, şerê hêzên Pêşmerge û DAIŞê her wiha bombebarana balafirên Amerîka li dijî DAIŞê civîneke rojnamevaniyê li dar xistin.
Hoşyar Zêbarê destpêkê axivî û behsa hevkariya serbazî ya Amerîka û hêzên Pêşmerge kir û got, em wê alîkariyê biqîmet dibînin û spasiya wê biryara wêrek a serok Obama dikin.
Zêbarî da zanîn ku di encama êrişa hêzên Pêşmerge û balafirên Amerîka li dijî DAIŞê de du yekîneyên DAIŞê bi temamî ji nav çûne.
Zêbarî bersiva rojnamevanan da û got: “Vegerandina Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bo hêla 36 wehim û xeyale.”
Paşê, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Fuad Husên, axivî û ragihand, di şerê hêzên Pêşmerge li dijî DAIŞê de heta niha 150 pêşmerge şehîd bûne û derdora 500 pêşmerge jî birîndar bûne.
Dr. Fuad Husên anî ziman ku hinek kêmasiyên ku li hinek deveran li nav hêzên Pêşmerge de derketibûn dê di nav du rojan de bên çareserkirin û got: “Pêşmerge xwe rêkdixe û bi piştrastî Pêşmerge dê vegerere wan cihên ku jê vekişyabûn.”
Dr. Husên jî mîna Zêbarî spasiya hemû welatên ku ji ber rewşa niha piştgirî û alîkariya Herêma Kurdistanê kirine bi taybet Amerîka, Fransa û Papayê Vatînê kir.




