26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mîranî: Serbilindî ye ku siyaseta rast a serok Barzanî wisa kir ku Amerîka bibe şirîkê me

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) Fazil Mîranî ragihand, ji roja ewil a kirîza çiyayê Şingalê 750 pêşmerge li çiyayê Şingalê bûn û aware diparastin. Mîranî dibêje: “Serbilindî ye ku siyaseta rast a serok Barzanî wisa kir ku Amerîka bibe şirîkê me.”

 

Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî, ku niha li devera Sihêla ya nêzîkî Şingalê ye, ji Rûdawê re dibêje, “em venekişiyane ji ber ku ji roja ewil hêzeke me ya baş li çiyayê Şingalê bû û li wir xelk diparast. Her wiha me 200 kesên din jî şand.”

 

Fazil Mîranî dibêje: “Hijmara wan derdora 750 kesî ne. Xortên êzîdî, yên ku endamên PDKê ne, tevlî wê hêzê bûne. Me berê jî hêzeke 200 kesî jî şandibû bi serperestiya Serbest Babîrî û Seîd Kêsteyî. Îro hêzeke din a taybet jî dê here. Em li vir bi fermana Serok Barzanî kurdiniyê dikin ji bona xilaskirina malbatên êzîdî li ser çiyayê Şingalê nek partîtiyê. Hinek dixwazin rewşê bi wî alî ve bibin. Em her roj ji wan malbatan re av û xwarinê dişînin û heta em wan rizgar nekin em rûnanên.”

 

Fazil Mîranî dibêje: “Eger ew rêya ku min behs kir nehatiba rizgarkirin ewqas malbat nedihat rizgarkirin.”

 

Mîranî dibêjer: “Dema ew xelk hatin vir hûn dikarin ji wan bipirsin ka kê li wir bûn. Lê ez dîsa spasiya hemûyan dikim ji ber ku di rizgarkirina malbatên Şingalê de divê em kurdiniyê bikin.”

 

Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî dibêje: “Ez naxwazim bikevim nav detayan lê ez dikarim vê bêjim ku bi giştî ji kurdan re bi taybet jî ji PDKê re serbilindî ye ku siyaseta rast a serok Barzanî wisa kir ku Amerîka bibe şirîkê me, him di piştevaniya kurdan de him jî di şerê li dijî DAIŞê de. Em spasiya serok Barzanî dikin her wiha spasiya serok Obama û serokwezîrê Brîtanya, serokomarê Fransa û Encumena Asayişa NY dikin û ji wan dixwazin ku ew sozên ku dane kurdan bicîh bînin da ku Iraq û Kurdistan ji DAIŞê rizgar bibin.”

Nûçeyên têkildar