Şer bandora xwe li ser şandina petrola Kurdistanê nekiriye

Hewlêr-KDP.info- Heta niha xeta boriya petrola Kurdistanê bi awayekî normal kar dike û rojane 120 hezar bermîl petrol tê hinardekirin, ligel wêya ku li navçeyê şer û alozî berdewam e.
Li gor nûçe-raporteke Reutersê, heta îro jî şerê nav Iraqê tu bandorek li boriyên petrolê û hinardekirina petrola Kurdistanê nekiriye û rojane 120 hezar bermîl petrol bo bendera Ceyhan a Tirkiyê tê hinardekirin.
Di raportê de wiha tê gotin: “Êrîşên zêde yê vê dawiyê bo ser pêgehên DAIŞê ji aliyê Pêşmergeyan ve û şerê navbera wan herdu hêzên tesîr li rewşa aborî ya Kurdistanê kiriye û di çend waran de krîz derketiye bi taybetî di meseleya benzînê de, lê belê vî şerî tu tesîrek li hinardekirina petrola Kurdistanê nekiriye.”
Herwiha behsa wê yekê tê kirine ku hinardekirina petrolê bi rêya xeta Kerkûk-Ceyhanê tê kirin û li bazarên cîhanê tê firotin, herçiqas dimeke hikûmeta Iraqê gelek pirsgirêkan derdixe û dijayetîkirina firotina petrolê bi awayekî serbixwe dike, herwiha daxwaz dike hinardekirin û firotina wê petrolê bi rêya hikûmeta İraqê be.




