Xazir.. Aşqelan û Turkmas hatin paqijkirin û hîna Pêşmerge di pêşrewiyê de ye

Mûsil-KDP.info- Îro li sînorê qeza Hemdaniye li navçeya Xazir, Hêzên Pêşmerge du gund ji çekdarên DAIŞê paqij kirin û Hêzên Pêşmerge her di pêşrewiyê de ne.
Şêx Serdar Yehya, qayîmqamê qeza Berdereş ji KDP.info re ragihand: “Li sînorê qeza Hemedaniyê ku hevsînore ligel qeza Berdereş, Hêzên Pêşmerge herdu gundên Aşqelan û Turkmas ji çekdarên DAIŞê paqij kirin û niha şer bi giranî berdewame û pêşmerge jî di pêşrewiyê de ye.”
Şêx Serdar Yehya got: “Hema Pêşmerge dîtin, reviyan. Niha em çaverê fermanê dikin da ku êrîşên mezin bikin ser wan.”




