26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Brîtaniya jî piştgiriya opersayonên esmanî li Kurdistan û Iraqê kir

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info- Serokwezîrê Brîtaniya David Cameron piştgiriya welatê xwe bo encamdana opersayonên esmanî ji aliyê balafirên Amerîka ve bo ser pêgehên çekdarên DAIŞ’ê li Herêma Kurdistan û Iraqê, ragihand.

Îro, demjimêrên serê sibehê, Serokê Amerîka Barack Obama ragehand ku welatê wî dê li ser daxwaza hikûmeta Iraqê operasyonên esmanî li dijî pêgehên çekdarên DAIŞ’ê li navçeyên Herêma Kurdistanê encam bide, herwiha got ku eger DAIŞ ber bi Hewlêrê ve here dê ew derbeyekê lê bidin.

Piştî vê helwesta Amerîka, Serokwezîrê Brîtaniya, David Cameron piştgiriya welatê xwe bo biryara Obama ragehand û got ku pêwist e civaka navdewletî çareseriyeke bilez ji krîza li Iraqê re bibîne.

David Cameron bi taybetî li ser girtina Şingalê ji aliyê DAIŞ’ê ve axifî û behsa rewşa mirovî ya Kurdên Êzdî kir û wiha axifî: “Ez gelek dilgiranim ji rewşa Êzdiyên ku li ser Çiyayê Şingalê asê mane, piştî ku ji tirsa ji malên xwe revîn. Ji ber ku ew ji kuştin û serjêkirinê ditirsin eger ji serê çiya bên xwarê, lê ew rûbirûyê birçîbûn û tîbûnê dibin li ser çiya. Pêwîste cîhan alîkariya wan bike di demekê de ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heye.”

Cameron diyar kir ku dê îro, 8’ê Tebaxê, Wezîrê Bergirî yê Brîtaniya serpereştiya civîna Komîteya Lêkolînan a Krîzan bike li ser vê pirsê. David Cameron ragihand ku wî daxwaz ji berpirsên komîteya navborî kiriye ku “Li hinek çareyên bilez bigerin bo alîkariya zirarmendan, di nav wan de gihandina alîkariyê, wek xwarin û av û cihê manê, bo wan kesên li Şingalê.”

Nûçeyên têkildar