Pêşmerge li Rebîe û Zumarê çend deverên din xistin bin destê xwe

Rebîe-KDP.info- Fermandeyê lîwaya 8 ya Hêzên Pêşmerge ragihand, li herdu sînorê Rebîe û Zumarê, hêza Pêşmerge di pêşrewiyê de ye û çend navçeyekê jî bixin bin destê xwe.
Haşim Sîteyî, efserê lîwaya 8 ya Hêza Pêşmerge, ji KDP.info re ragihand: “Doh Hêzên Pêşmerge li navçeya Rabîe êrîşên DAIŞşikenandin û di rewşa pêşrewiyê de berdewam in, lê niha navçe arame.”
Sîteyî dibêje: “Li sînorê Rebîe jî, Hêzên Pêşmerge di pêşrewiyê de ne û çend cihek kontrol kirin.”




