Mexmûr.. Balafirên Amerîka û topên Pêşmerge DAIŞ didin ber bombeyan

Mexmûr-KDP.info- Wezareta Pêşmerge ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku niha navendên DAIŞê li sînorê qeza Mexmûrê ji aliyê Balafirên Amerîka û topên Pêşmerge tên bombebaran kirin.
Emîd Helgurd Hikmet, Rêveberê ragihandina wezareta Pêşmerge ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji KDP.info re ragihand: “Niha li sînorê qeza Mexmûrê balafirên Amerîka û Hêzên Pêşmerge hemahengî û awayekî serzemîn û hewayî, bi tundî pêge û navendên DAIŞê didin ber bombeyan.”
Emîd Helgurd Hikmet, got jî: “Li sînorê Şingal û Rebîe û Kerkûk û navçeyên din, Hêzên Pêşmerge bi çekên giran di rewşa amadebaşiyeke temam de ne û li hêviya fermana êrîşê ne.”
Rêveberê ragihandina wezareta Pêşmerge ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, Helgurd Hikmet, amaje bi wê yekê jî da ku “îro li navçeya Celewla Pêşmergeyek bi qenas şehîd bû.”




