26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Obama: Emê derbeyekê li DAIŞ bidin eger berê xwe da Hewlêrê

Çavkanî: KDP.info

Washington-KDP.info- Serokê Amerîkayê Barack Obama rewşa Kurdên Êzdî li ser çiyayê Şingalê wek rewşeke “xirab“ bi nav kir û got ew hewil didin alîkariyên mirovî bighînin wan kesan ku li ser çiya asê mane.

 

Barack Obama di gotarekê li Koşka Spî de derbarê rewşa ewlekarî li Iraq û Herêma Kurdistanê ragihand ku, her demekê ku gef li ser mirovatiyê hebe ew amade ne alîkariyê bidin.

 

Obama bal kişande ser rewşa derbederên kurdên êzîdî li ser Çiyayê Şingalê û got: “Di van rojên borî de ji tirsa mirinê hejmarek welatiyên êzîdî reviyan serê çiyê, bê av û bê xwarin, li wê de zarok ji birçîna dimirin. Amerîka jî nikare çav ji vê yekê re bigire.”

 

Navborî zêdetir li ser êrîşa DAIŞ’ê bo ser Şingalê afivî û wiha berdewam kir: “DAIŞ dixwaze bi awayekî sîstematîk Êzdiyan ji nav bibe.” Obama got: “Em hemû hewlên xwe dikin da hevpeyamnên xwe biparêzin li her cihekî dinyayê be û berpirsiyariya xwe li himberî cîhanê bi cî dikin.”

 

Barack Obama amaje bi wê yekê kir ku, derbiderên Kurdên Êzdî dibînin ku kes li cîhanê nîne alîkariya wan bike, lê vaye Amerîka bi hawara wan ve diçe, herwiha daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku çareseriyeke bilez ji vê krîzê re bibîne.

 

Serokê Amerîka ragihand ku ew dê alîkariya hikûmeta nû ya Iraqê û hêzên Kurd bike û wiha axifî: “Da bihêztir bin li himber çekdarên DAIŞ, em dixwazin dest bi êrîşan li ser pêgehên çekdarên DAIŞ’ê bikin, eger bibin gef li ser birader û kesên me li Iraqê û eger pêwîst be emê fermana operasyonên esmanî bidin.” Obama aşkere kir ku, eger çekdarên DAIŞ’ê berê xwe dan Hewlêrê ew dê derbeyeke leşkerî li wan bidin.

Nûçeyên têkildar