Asayişa Giştî: Nêzîkî 200 malbatên koçberên li ser çiyayê Şingalê hatin rizgar kirin

Şingal-KDP.info- Nûnerê Asayişa Giştî ya Herêma Kurdistanê eşkere kir ew berdewamin li ser rizgarkirina awareyên çiyayê Şingalê û heta niha jî nêzîkî 200 malbat rizgarkirine û gehandine bajarê Zaxo.
Emîd Aştî Koçer, Nûnerê Asayişa Giştî ya Herêma Kurdistanê ji KDP.info re ragihand: “Ji doh ve, em gehiştine ser çiyayê Şingalê û me kariye rê ji bona wan koçberên ku li ser çiyane, vekin, ji bona rizgarkirina wan û heta hiha jî em berdewamin.”
Emîd Aştî got jî: “Em berdewamin li ser vegwehestina koçberên ku li ser çiyayê Şingalê asê mane, lê ew kar nabe bi lez be, ji ber ku rêya daketinê hinekî zehmete, ji ber ku dirêjahiya çiya heta zivirandina wî nêzîkî 70 km, lewra heta niha me kariye nêzîkî 200 malbatan rizgarbikin û ji aliyê sînorê Sûriya wana bighînin bajarê Zaxo.”
Nûnerê Asayişa Giştî ya Herêma Kurdistanê, diyar jî kir ku, “berdewam hevkarî dighên koçberan û îro jî bi du balafiran gehişte wan.”
Herwiha got jî: “Îro lo navçeya Dûgirê, heta seat 5ê êvarî, şer di navbera hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de berdewam bû, û DAIŞ bi awayekî bezin hat şikestin û ziyanekî mezin gehiş wan.”




