Operasyona hewayî ya li dijî DAIŞê dest pê kir

Hiwêr-KDP.info-Rêveberê îdareya Fermandeya Barzan rgihand, berya bêhnekê balafirên şer, çekdarên DAIŞê li ser pira Giwêr dan ber bombeyan.
Eqîd Nacî Siyamend, Rêveberê îdareya Fermandeya Barzan ji KDP.info re ragihand: “Berya bêhnekê hinek balafirên ku nayên zanîn balafirên kêne, çekdarên DAIŞê li ser pira Giwêr ya Mexmûrê, dan ber bombeyan, lê hîna ziyanên wan nehatine naskirin.”
Siyamend got jî: “Hêzên Pêşmerge bi moralekî bilind li herdu navçeyên Mexmûr û Giwêr di rewşa amadebaşiyê de ne.”




