Babekir Zêbarî: Di 24 heta 48 seatên bê de, dê gelek tişt biqewimin

Dihok-KDP.info- Serokerkanê Iraqê yê kurd Babekir Zêbarî di kongreyekî rojnamevanî de li bajarê Dihokê, jibilî ku ragigihand ku di 24 heta 48 seatên bê de, dê gelek tişt bigewimin û bên guhertin, di wê baweriyê de ye jî ku Pêşmerge bi tu awayî li pêşiya DAIŞê naşke.
Serokerkanê Iraqê yê kurd Babekir Zêbarî got: “DAIŞ ne tenê ji bona Kurdan, lê belê bûye belayek bo hemû navçeyê û cîhanê bi giştî jî. Babekir Zêbar, hevdem xelê Kurdistanê piştrast dike ku rêxrawa terwrîstî DAIŞê nikare careke din pêşrewiyê bike.”
Derbarê rgera hevkariya serbazî ya Amerîkî bo Herêma Kurdistanê, zêbarî got ku Amerîka helwîsta xwe ji bo Herêmê nîşan daye. Got jî: “Perya niha jî Amerîka amadebûna xwe bo piştgîriya Pêşmerge nîşan dida, ku herdu alî pêkve êrîşbikin ser Mûsilê, lê hinek sedem hebûn ku ev pêngav paşbikeve.”
Serokerkanê Iraqê yê kurd Babekir Zêbarî, amaje bi şerên Pêşmerge yên ligel hikûmetên Iraqê kir û begsa xweragiriya Hêzên Pêşmerge kir ku “çawa li çiyayan û bi awayekî biwêr û mêrane rûbirûyê artêşekî bihêz dibû, niha jî divê bi heman morale bilind li eniyên berevaniyê dakokiyê li axakuridstnê bikin.”




