26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Fransa banga cîveneke awarte derbarê rewşa Iraqê ji NY kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr_KDP.info- Fransa ji Encumena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) xwest, cîvenek awarte li ser êrişên DAIŞê yên li dijî Başûrê Kurdistanê û kurdên êzîdî çêbike.

 

Wezîrê Derve yê Fransa Laurent Fabius, di daxuyaneke nivîsandî de behsa êrişên DAIŞê yên li dijî Herêma Kurdistanê û bajarê Qereqûşê yê Iraqê ku bajarê herî mezin ê xirîstiyanan li wî welatî ye û niha ketiye destê DAIŞê, kir û got: “Em li hember wan pêşhatan bifikar in.”

 

Fabius axaftina xwe wiha domand: “Fransa, bo sekinandina êrişên terorîstî yên DAIŞê li Iraqê her wiha gihandina alîkariyên mirovî ji bo awareyên wir ji Encumena Ewlehiyê ya NY daxwaza civîneke awarte dike.”

 

DAIŞê roja 3ê Tebexa îsal, Şingal û îro jî bajarên Tilkêf û Qereqûşê yên Iraqê ku pirraniyan xelkê wan xirîstiyan in, dagir kir.

 

Neteweyên Yekbûyî jî diyar kir ku sibe li bajarê Genevê yê Swîsreyê civîneke taybet li ser êzidiyan li dar dixin û vekirina korîdoreke alîkariyê bo êzidiyên Şingalê, dê ji mijarên sereke be.

Nûçeyên têkildar