Serokê Ferensa amadebûna welatê xwe ya serbazî ji serok Barzanî re diyar kir

Hewlêr-KDP.info- Serokomarê Ferensa, Firanswa Holand, di peywendiyekî telîfonî de, ligel Mesûd Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê de, amadebûna welatê xwe ji bo piştgîriya Herêma Kurdistanê di warê serbazî de nîşan da.
Li gor daxuyaniyekê serokatiya Ferensa ku îro pêncşemê, serokomarê Ferensa, Firanswa Holand, derbarê bûyerên niha, di rêya telîfonê re peywendî ligel serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, kir û têde amadebûna welatê xwe bo piştevaniya Herêma Kurdistanê nîşan da.
Wiha biryare sibê û li ser daxwaza Ferensa, encûmena Asayişa Navdewletî derbarê rewşa Iraqê û Herêma Kurdistanê bi taybetî rewşa koçberên Şingalê bicive.




