26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kurdistanê daxwaza destwerdana siyasî û mirovî ji aliyê Asayişa navdewletî dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê li Odeya Operasyona hevbeş bo hevkariya mirovî, daxwaz ji Neteweyên Hevgirtê dike ku rê li pêşiya karesatên mirovî bigre û ji bo nehiştina metirsiyê li ser Iraq û Herêma Kurdistanê de, deswerdarekî siyasî û mirovî bike.

 

Dîndar Zîbarî, di riya sekreterê gitî yê Neteweyên Hevgirtî li Iraqê, daxwaz ji Encûmena Asayişa Neteweyên Hevgirtî kir ku bi bê dudilî pêngavên pêwîst bavêje li dijî van kiryarên nebirovane ku bi awayekî sîstematîk jiyana mirovayetiyê li Iraq û Herêma Kurdistanê kirine amanc.

 

Nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê li Odeya Operasyona hevbeş bo hevkariya mirovî, di beşekî dinî daxuyaniya xwe de, daxwaza cîhbicîhkirina biryarnameyên Encûmena Asayişa Navdewletî bi şerê dijeterorê dike, ji bona rêgirtin li pêşiya karesatên mirovî, ji ber ku ev rewşa ku dirust bûye, ne tenê êrîşe ser Iraqî û Herêma Kurdistanê, lê belê li ser asayiş û seqamgîriya zîhanê jî.

 

Dîndar Zîbarî, herwiha got: “Hewlên cidî yên Hikûmeta Herêmê ji bona parastina  koçberan û li dijî ekdarên DAIŞê, berdewamin.”

Nûçeyên têkildar