26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Du teqînan Kerkûk hejandin

Çavkanî: KDP.info

Kerkûk-KDP.info- Îro du teqînan bajarê Kerkûkê hejandin û di encam de 35 welatî bûn qurbanî.

Derbarê teqînan de jêderekî ji Polîsê Kerkûkê ji KDP.info re got: “Îro di teqînekê de ku Hiseyniyeke Şîeyan kiribû armanc li taxa Tis’în a Kerkûkê, 5 kes şehîd bûn û 30 kes jî birîndar bûn. Armanca teqînê jî koçberên Telefer bûn ku di nav Hiseyniyê de diman.”

Herwiha got: “Her îro teqîneke din li nêzîkê Rêveberiya Perwerdeya Kerkûkê çêbû, lê baş bû tu zerarek çênebû.”

Wî jêderî got jî: “Heta niha tu aliyekî ew teqîn negirtiye histê xwe.”

 

Nûçeyên têkildar