26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Sediye.. Hêzên Pêşmerge derbeyekî mezin li DAIŞê dan

Çavkanî: KDP.info

Sediye-KDP.info- Piştî bombebarankirina çend rojên borî bo ser cihên çekdarên DAIŞê, li nav bajarê sediye û bendava Hemrîn, ji aliyê balafirên artêşa Iraqê. Wek rêveberê asayişa germiyan dibûje, niha ew çekdar bê moral mane û endure ku ji bajêrê Sediye derkevin.

Selah Reşîd, rêveberê asayişa Germiyan ji KDP.info re ragihand: “Ev çend rojin hêzê û balafirên artêşa Iraqê bajerokê Sediye bombebaran dikin, ji ber wê yekê jî, ziyanekî mezin gehiştiye wan terorîstan û hijmarekî mezin ji wan hatine kuştin, lê mixabin hijmarek mezin ji xelkên sivîl jî şehîd û birîndar bûne, ji ber ku çekdarên DAIŞê nedhiştin welatiyên sivîl ji bajar derkevin.”

Rêveberê asayişa Germiyan, Selah Reşîd, herwiha got: “Niha hijmareke mezin ji çekdarên DAIŞê ji bajar reviyane û ber bi Silêman Beg û Amirlî ve diçin, lewra hijmara wan çekdaran ewqasî kêm bûye, ku nedûre ji bajar derkevin.”

Nûçeyên têkildar