Polîtburoya PDKê: Piştrastbin serkeftin her bo Kurdistanê ye û daxwaz dikin li dijî tabûra Pêşncemîn rawestin

Hewlêr-KDP.info- Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) daxwaz ji perpirs, kadir, endam û alîgirên xwe dike, ku di çarçoveya rêxistinên xwe de, xwe rêkbixin û piştevanî û hevkariya Asyiş û Polîsan bikin, ji bona parastina asayişa welatiyan û li dijî her xerbiyekê yan propagendiyên dijminan ku ji aliyê tabora pêncemîn û nehezên Kurd ve tê belav kirin, rawestin.
Di daxuyaniyekê de, ku îro pêncşemê hat belavkirin, Polîtburoya PDKê radighîne: “PDKê ku bi dirêjahiya dîrokê li dijî terorê bûye û parêzgarî li Gel û Nîştîman kiriye, îro bi serberzî li bereyên şer li dijî terorê û terorîstan xwîna xwe dibexşe û qurbaniyan dide.”
Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê)di daxuyaniya xwe de hevdem daxwaz ji xelkê Kurdistanê dike, ku wek hertim xoragin bin û lidijî her propagengiyekê ji aliyê dijmin rawestin.
PDKê herwiha di daxuyaniya xwe de tekez dike: “Welatiyên qedir bilind, em we piştrast dikin ku Partiya Demokrat a Kurdistanê wek herdem qurbaniya dide ji bo berevaniyê li Gelê Kurdistanê û parstina serûmalê û berjewendiya wan, di çarçoveya parastina aramî û asayişa Herêma Kurdistanê û ezmûna me û em we piştrast dikin serkeftin her bo Kurdistanê ye.”




