Pêşmrge di pêşrewiyê de ye.. Du serkirde û 90 çekdarên DAIŞê li Mexmûr û Giwêrê hatine kuştin

Hewlêr-KDP.info-Wezareta Pêşmerge ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku hêza Pêşmergeyên Kurdistanê bi fermaneke leşkerî û li gor pilanekê li hinek cihan li sînorê parêzgeha Mûsilê vekişyane, û dibêje du serkirde û 90 çekdarên DAIŞê li Mexmûr û Giwêrê kuştin.
Helgurg Hikmet, Rêveberê ragihandina Wezareta Pêşmerge ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji KDP.info re ragihand: “Hêzên Pêşmerge bi fermanekî serbazî ji sînorê Hemedaniyê û Tilkêf û hinek navçeyên din vekişyane bo hinek cihên diyarkirî, ev yek jî tenê pilanekî serbazî ye û tê cîhbicîh kirin.”
Emîd Helgurd Hikmet, diyar kir: “Ji doh ve û di encama şerê navbera hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê li sînorê Mexmûr û Giwêr, 90 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û 100 endamên wan jî birîndar bûne.”
Hikmet zêdetir got: “Her di şerê Mexmûr û Giwêr de, du serkireyên DAIŞê bi navê Ebdulrehman Elîbî û cîgîrê wî Ebûnasir Lehêbî hatin kuştin.”
Rêveberê ragihandina Wezareta Pêşmerge ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, Helgurg Hikmet, got: “Hêzên Pêşmrge di pêşrewiyê de ne û derbeyekî kuşinde li çekdarên DAIŞê dane û ew şikenandine û şer jî hîna berdewame.”




