26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Fermandeya Barzan: Mexmûr û Giwêr di bin destê me de ne

Çavkanî: KDP.info

 

Mexmûr-KDP.info- Rêveberê îdarî yê Fermandeya Barzan eşkere kir ku, ew bi çekên giran gehiştin navçeya Giwêr û ew bajerok niha di bin destê Pêşmerge de ye.

Eqîd Nacî Siyamend, rêveberê îdarî yê Fermandeya Barzan, ji KDP.info re ragihand: “Piştî şerê li sînorê qeza Mexmûrê û navçeya Giwên, hêzên Fermandeya Barzan bi çekên giran gehiştin Giwêr û niha li wê navçeyê bi cîh bûne.”

Siyamend dibêje: “Niha Giwêr di bin kontrola hêzên Pêşmerge de ye û çekdarên DAIŞê hatin şikestin û reviyan.”

Herwiha diyar jî kir ku “jibilî hêza ku ji bo Giwêr hatiye şandin, hêzeke din amadeye bo her egerekê nexwestî ji bona berevaniyê li axa Herêma Kurdistanê bikin.”

Siyamend di dawiya gotina xwe de got: “Hêzên wan li navçeya tilkêf û Mûsilê jî di pêşrewiyê de ne û zirarên mezin dighînin DAIŞê.”

Nûçeyên têkildar