Ajansa Parastinê: Pêşmerge serkeftinê tomar dikin

Hewlêr-KDP.info-Ajansa Paratsinê ya Herêma Kurdistanê ragehand ku Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê serkeftinên mezin tomar dikin û dawî li şerê li dijî DAIŞê tînin. Ajansa Parastina Kurdistanê daxuyaniyekê belav kir, derbarê şerê Hêzên Pêşmerge li dijî DAIŞê li çend eniyan.
Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Piştî ku terorîstên DAIŞê êrîşeke nerewa li dijî Pêşmerge û xelkê Kurdistanê dsesy pê kir, Hêzên Pêşmerge neçar bûn ji qonaxa bergiriyê biçin qonaxa êrîş kirinê, ew jî bi mebesta parastina xaka pîroz a Kurdistanê û welatiyan û tolê ji wan reftarên nemirovî û hovanê yên wê rêxistinê bistînin, bi taybetî derheqî welatiyên Şingalê.”
Herwiha Ajansa Parastinê di daxuyaniye xwe de, spasiya Xwedayê mezin dike li ser wan serkeftinên ku Hêzên Pêşmerge di rojên borî de tomar kirine û morala terorîstan şikandin û nexweşxane niha tije ne ji termê kuştî û birîndarên wan.
Ajansa Parastinê amaje bi wê yekê jî kir ku ji ber şikestinên berdewam, terorist dixwazin şerekî derûnî ligel xelkê Kurdistanê bikin “Lewma daxwaz ji hemû xelkê Kurdistanê dikin ku bi hişiyarî mamele ligel vê propegendayê bikin û alîkariya dezgehên ewlekariyê bikin bi nasandina ku bi belavkirin vê propegendayê radibin, da rê û şûnên pêwîse li beramber wan bigirin, ji ber ku ew bi vê propegendayê alîkariya dujminên Kurdistanê û gelê Kurdistanê dikin.”
Herwiha bi erkê her welatiyekî daye zanîn ku rola Pêşmerge dane ser mile xwe bi hişiyarî û moraleke bilind û yekgirtûya xelkê Kurdistanê “Dê dawî bi wî şerî were.” Ajansa Parastinê hemû aliyek piştrast kirin ku, Gelê Kurdistanê û Pêşmergeyê qehreman serkeftinên mezin tomar dikin û dawî bi wî şerî tînin, herwiha ew terorîstên ku tawan li dijî xelkê Kurdistanê encam dane, li her deverekê bin dê werin ceza dan. Di dawiyê de, Ajansa Paratsinê ya Herêma Kurdistan daxwaz ji hemû dezgehên medyayê kir ku “Di vê barê de rola ku ji wan tê çavlirê kirin, bilîzin.




