25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mexmûr û Giwêr di bin destê Hêzên Pêşmerge de ne

Çavkanî: KDP.info

Mexmûr-KDP.info- Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hemû welatiyan piştrast dike, ku Mexmûr û Giwêr ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hatine kontrolkirin û çekdarên DAIŞ hatine şikestin.

 

Helgurd Hikmet, rêveberê giştî yê Wezareta Pêşmerge ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ji KDP.info re ragihand: Q”eza Mexmûr û nahiya Giwêr di bin destê hêzên Pêşmerge de ne û DAIŞê bi awayekî mezin hatiye şikestin û çekdarên wan reviyane û hijmareke mezin ji wan hatine kuştin û birîndar kirin û gelek terim li şûna xwe hiştin.”

 

Helgurd Hikmet, ew yek jî diyar kir ku “niha hêzekî mezin ji Pêşmerge bi çekên giran berev wan navçeyan birêketin, ji bo piştgiriya wan hêzên ku li navçeyê ne û niha rewiş aram bûye.”

Nûçeyên têkildar