Komelgeha Sinûnê û çend gundên din li derdora Rebîeyê heta çiyayê Şingalê hatin azadkirin

Hewlêr-KDP.info- Jêderekî leşkerî ragihand ku Komelgeha Sinûnê û çend gundên din li derdora Rebîeyê heta binarê çiyayê Şingalê hatin azadkirin û hêzên Pêşmerge jî her di pêşrewiyê de ne.
Ew jêderê leşkerî herwih ew yek jî bo Kurdistan TV ragihand ku di encama pêşrewiyên Hêzên Pêşmerge de, alîkarî ji bo koçberên li ser çiyayê Şingalê diçin.
Ji aliyekî dî ve, leşkerê taybetê yek û Gulanê û hêza Dijeterorê, bi serkirdatiya Mensûr Barzanî, li mîhwera Rebîeyê û Zumarê, li pêşrewiyê de ne û terorîstên DAIŞê bi awatekî mezin tên şikestin û kom direvin.
Herwiha ew yek jî hatiye eşkere kirin ku leşkerê taybetî Yek û Gulanê û hêza Dijeterorê bi fermandeya Mensûr Barzanî, tevahiya gundên derdora Rebîye ji terorîstan paqij kirin.




