Rê ji bo koçberên li çiyayê Şingalê hat vekirin û niha mijûlê de

Şingal-KDP.info- Nûnerê asayişa giştî dibêje, rê ji bo koçberên li çiyayê Şingalê hat vekirin û niha mijûlê daxistina wanin ji ser çiya.
Emîd Aştî Koçer, Nûnerê asayişa giştî li Herêma Kurdistanê, ji KDP.info re ragihand: “Niha hêzên Pêşmerge pêşrewiyê dikin û gihiştine komelgeya Dugura, ku tenê 2 km ji Sinûne nêzîke.”
Koçer got jî: “Niha rêya navbera mezarê Şerefedîn û Dugura û Sinûn hate vekirin û koçber li çiyayê Şingalê rê ji wan re hatiye vekirin heta Sûriyê.”
Zêdetir got: “Niha Hêzên Pêşmerge Kurdistanê, daxistina koçberane ji ser çiya, ku ev 4 rojin li wir bûn.”




