Şarezayên leşkerî: Li Rojhelata Navîn Pêşmerge hêza yekemîne ku li pêşiya DAIŞê rawestiya û ew şikenandin

Hewlêr-KDP.info- Çavdêrên siyasî û leşkerî yên Kurd û ne tenê Kurd jî, di wê baweriyê de ne ku hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê yekemînin di rûbirûbûna metirsiyên girupên terorîstan li Rojhelata Navîn.
Şarezayê leşkerî û lîwaya xanenşînkirî , Ehmed Fazil Meşhedanî, derbarê hêzên Pêşmerge dibêje: “Pêşmerge pêgeya rêxistina DAIŞê hejandin, Pêşmerge nîşan da û selimand ku dikarin rûbirûyê mezintirîn metirsiya li Rojhelata navîn bibin.”
Wî şarezayî amaje bi wê yekê da, ku “navenda lêkolîn tojîneyan yên zanyariyên cîhanê bi hêza pêşmerge di rûbirûbûna wan giupên terorîst de, matmayî mane.”
Hewiha şarezayê siyasî Fethula Huseynî, jî ragihand: “Serkeftin ji bo pêşmerge mijareke yekalîbûye, ji ber ku her ji destpêkê de ji bona xwe qurbanî kirin bo Kurdan û azadîkirina Kurdistanê pêkhatiye, Pêşmerge berevaniyê li ax û navçeyên Kurdistanê dikin.”
Husênî di wê baweriyê de ye ku “pêşmergeyên Kurdistanê selmandiye ku ku bi hêza xwe ya serbazî rûbirûyê metirsîdartirîn rêxrawa terorîstî bibe li Rojhelata Navîn.”
Şêwirmendê berê û şareza di warê karûbarê Wezareta Derveya Amerîka, Deyvîd Fîlîpis, jî derbarê pêşmerge dibêje: “Di dawiyê de li Rojhelata Navîn Pêşmerge hêza yekemîne ku li pêşiya DAIŞê rawestiya û ew şikenandin.”




