26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Cebar Yawer: Em bi tena xwe û li şûna hemû dunyayê şerê DAIŞê dikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Wezareta Pêşmerge ua hikûmeta Herêma Kurdistanê, îro çarşemê ragihand ku hêzên Herêma Kurdistanê bi tena xwe şer ligel girupên terorîstan dikin û pêşwaziyê li her hevhariyekê dike derekî.

Cebar Yawer, ji KDP.info re ragihand: “Em li navçeyê li şûna hemû dunyayê dijayetiya DAIŞê dikin û şerê me li gek wan gehiştiye astekî mezin.”

Derbarê gehandina hevkariyan ji bona Pêşmerge, Emîndarê giştî yê Wezareta Pêşmerge got: “Hîna tu hevkariyekî serbazî neghaye destê me, ne tenê ji aliyê Amerîka, lê belê em pêşwazioyê li her hevkariyekê ji aliyê Neteweyên Hevgirtî û welatên cîhanê dikin, ji ber ku rewşa ewlekariyê li navçeyê metirsêdare, karesatên mirovî biser welatiyên Kurd de hatine û rojane ji birayên Mesîhî û Êzdî tên kuştin.”

Ew berpirsê wezareta pêşmerge derbarê rerwiş û pilanên serbazî yên hikûmeta Herêma Kurdistanê, dibêje: “Berya niha em di rewşa bergiriyê de bûn, hêlên emnî hevbeş di navbera me û hikûmeta Iraqê de hebû, ku li Mûsilê dirêj dibû û di kerkûkê de derbas dibû, heta ku digha Selahedîn û Diyale û dirêjahiya wî sînorî 1500 km bû, lê piştî 10ê hizêranê û dema ku artêşa Iraqê li Mûsil û Tikrît û hinek navçeyên din hat şikestin, em di wê hêlê de bi tena xwe man.”

Cebar Yawer got jî: “Me biryar da ku rê li pêşiya êrîşên terorîstanbo ser Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên li dervey îdareya Hermê bigrin û welatiyan biparêzin, herwiha me biryar da ku hêzên me berev tu navçeyekê dûr ji hêla emnî pêşrewiyê nekin”

Nûçeyên têkildar