26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Asayişa Navdewetî kiryarên DAIŞê li Şingalê şermezar dike

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info-Encûmena Asayişa Navdewetî kiryarên rêxistina radîkal a bi navê Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) derheqê pêhatên neteweyî û olî de li Iraqê şermezar kir, bi taybetî piştî girtina Şingal û wan binpêkirinên ku li dijî kurdên Êzdî dike.

Di daxuyaniyeke Encûmena Asayişa Navdewetî de, bi îmzeya her 15 endamên encûmenê, wiha tê gotin: “Em dilgiraniya xwe radgihînin li hember sedan hezar İraqî, di nav wan de Êzdî jî, ku ji encama kiriyarên DAIŞ’ê koçber bûne.”

Herwiha encûmena navborî bi “Tundtirîn awa” kiryarên pilankrî ku li dijî kêm netew û kêm olan de tên kirin, di nav wan de jî pêkhata Mesîhî şermezar kir.

Herwiha daxwaz ji hemû aliyên Iraqê jî hat kirin ku xwe bikin yek li dijî terorê.

Encûmena Asayişa Navdewetî kiryarên DAIŞê li dijî kêm netew û kêm olan û têkdana perstgeh û cihên wan ên pîroz bi karekî hovane da zanîn.

Ji aliyek din ve nûnera Amerîka di Encûmena Asayişa Navdewetî de ragihand ku welatê wê piştgiriya hewlên artêşa Iraqê û Hêzên Pêşmerge dike bo rûbirûbûna çekdarên DAIŞ’ê li navçeyê.

 

Nûçeyên têkildar