Demîrtaş: Aştiyeke mayînde bi serkeftina me va girêdayî ye

Ajans-KDP.info-Namzedê Serokomariyê û Serokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDPê) Selahattîn Demîrtaş got aştiya mayînde ya ku dê herî zû pêk were bi serkeftina me ve girêdayî ye.
Selahattîn Demîrtaş, namzedê Serokomariyê û Serokê Giştî yê (HDPê) wiha got: “Aştiya mayînde ya ku dê herî zû pêk were, bi egereke mezin, bi serkeftina me ve girêdayî ye, lê belê heke ku namzedên din serbikevin, nexwe divê pêvajoya aşitiyê jî têk neçe, divê pêş biçe û geş bibe.”
Demîrtaş diyar kir ku wan piştî hilbijartina herêmî derfet nedît ku biçin seredana Şaredariya Mezin a Wanê û her wiha ew hemû şaredariyên ku di hilbijartinê de biserketin pîroz dikin.
Demîrtaş got ku ew têkoşîna gelê Wanê yê ku li dû partiya xwe sekinîn û di hilbijartinê de biserket, gelekî pîroz dikim û wiha pê de çû: “Ez wisa bawer im ku hemû şaredarên ku ji aliyê gel ve hatin hilbijartin dê peywira xwe bi awayekî herî baş bînin cih û bêyî ku cudatiyê bixin nava gel, dê ji herkesî re xizmetê bikin.”




