Asayişa PYDê 15 endamên PDK-S girtin û li wan dan

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info-Asayişa Rojavayê Kurdistanê 15 endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) girtin ku yek ji wan endamekê polîtburoya (PDK-S) ye û piştî girtina xwe rastî lêdan û gotinên nexweş hatin.
Xebat Zîto, ku kurê yek ji girtiyane, ji KDP.info re ragihand: “Di dema birêveçûna semînarekê li ser rewşa ewlekariyê ya Rojavayê Kurdistanê bi giştî û herêma Kobanê bi taybetî, Asayişa ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve avêt ser cihê semînarê û 15 endam û alîgirên (PDK-S) girtin.”
Xebat Zîto kurê Osman Zîto, got jî: “Hêzên Asayişê gundê Kîfun ê ser bi Kobanî dorpêç kirin û avêtin ser cihê semînarê, herwiha ala Kurdistanê û wêneyên ku hatibûn daleqandin anîn xwarê û şewitandin.”
Zeyto got: “Herwiha di nav wan endamên ku hatine girtin, de endamê polîtburoya wan Mislim Mihemed girtin û gotinên gelek xirab jêre kirin.”
Her li gorî Xebat Zeyto, ew endamên (PDK-S) birin bazgeha Qumcî ya (YPGê) û li wê de rastî lêdan û gotinên nexweş hatin û hemû endam hatin berdan ji bilî Mislim Miheme û Osman Zîto.”
Xebat Zeyto got: “Rewşa bavê min a tendrûstî xerabe, temenê wî mezine û nikare di girtîgehê de bimîne, divê zû wî berdin.”
Ji aliyê xwe ve PDK-S, di daxuyaniyekê de, ev kiryara han bi tundî şermezar kir û daxwaz ji (PYD) û dezgehên ser bi wê kir ku dest ji van karan berde.
Hoşmîn Inin




