Kernevala Serxwebûna Kurdistanê hat raghandin

Hewlêr-KDP.info-Desteya serperiştyara Kernevala Serxwebûna Kurdistanê hat ragihandin û dê roja şemiya 23 vê mehê biêve biçe, dxwaz ji Kudistaniyên seranserî cîhanê dikin ku bi çalakiyên corbicor tevlî fistîvalê bibin, ji ber ku bi gotina wan, ev derfeta ku ji bona Gelê Kurdistanê hatiye, delîvetekî sedeyî ye.
Desteya serperiştyara Kernevala Serxwebûna Kurdistanê, di beyanameyekê de, jibilî diyarkirina dema lidarxistina Kernevalê, dibêje: Em daxwazê ji hemû aliyekî dikin ku bi awayekî berfireh û mezin, çalakiyên corbicor encam bidin, heta ku dwletên cîhanê û xwedî biryar ji wê yekê agahdar bin ku pirsa serxwebûna Kurdistanê, daxwaza milek û Gelê Kurdistanê ye.




