Li Hemedaniyê û Tilkêfê Pêşmerge di pêşrewiyê de ye

Mûsil-KDP.info- Serokê Encûmena Parêzgeha Mûsilê dibêje, li sînorê herdu qezayên Tilkêf û Hemdaniyê, Pêşmerge di pêşrewiyê de ye û DAIŞ hatiye şikestin û hijmarek mezin ji wan hatine kuştin û birîndar kirin û ji niha ve jî di mizgeftên Mûsilê de bangewaziyê ji bona xwîn bexşînê dikin.
Derbarê rewşa dawî li Şingalê û rewşa koçberên li çiyayê Şingalê, serokê Encûmena Parêzgeha Mûsilê, Beşar kîkî, ji KDP.info re got: “Niha Zêdetir ji 100 hezar kes li çiyayê Şingalê hatine dorpêçkirin û pêwîstiya wan bi hevkariyan heye, lê vê êvarê, bi balafiran hevkarî ji wan re hatin.”
Herwiha got: “Helbet doh hevkarî ji wan re neçûn ji ber ku cihên wan ne diyar bûn, lê Îro cih hat diyar kirin û hevkarî ji wan re hat şandin.”
Beşar kîkî, ragihand: “Biryar ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hatiye sitendin ku hevkariya koçberan were kirin û alîkarî bighên koçberên Şingalê û her malbatek bihayê milyonek dinar bidênê û belavkirina wê hevkariyê jî dê ji sibê ve dest pê bikin.”
Derbarê ziyanên canî li deverê, kîkî got: “Ev ne amarên fermî ne, lê wek tê naskirin, heta niha li şingalê zêdetir ji 100 zilaman şehîd bûne û nêzîkî 50 jinan jî, ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine revandin.”




