25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Pêşmerge bi tundî li DAIŞê dide û gelek navçeyên Mûsilê kontrol kirin

Çavkanî: KDP.info

Mûsil-KDP.info- Berpirsê liqa 14 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) li Mûsilê dibêje, îro hêzên Pêşmerge ziyanên mezin gihandin DAIŞê û karîn çendîn navçeyên parêzgeha Mûsilê kontrol bikin. Herwiha jêderekî jî ragihand ku vê êvarê, Pêşmerge bi tundî bersiva çend êrîşên DAIŞê dan.

 

Îsmet Receb, berpirsê liqa 14 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Mûsilê, ji KDP.info re ragihand: “Îro hêzên Pêşmerge ziyanên mezin gihandin DAIŞê û karîn çendîn navçeyên parêzgeha Mûsilê kontrol bikin.”

 

Îsmet Receb herwiha got: “Ji seat 6ê êvarê ve, li taxa Gogcelîl, hêzên Pêşmerge êrîş kirine ser cihên DAIŞê û ew şikenandine û ziyanekî mezin dane wan.”

 

Hevdem jêderekî ji KDP.info re ragihand: “Îro Êvarî çekdarên DAIŞê êrîşkirin ser Gogcelîl û werde û gerkê qahîre li bajarê Mûsilê, lê ji aliyê hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva wan hat dan û ziyanekî mezin gehişte wan, û gelek çekdarên wan hatin kuştin û birîndar kirin.”

 

Nûçeyên têkildar