26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Bi du balafiran hevkarî dighên çiyayê Şingalê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê frakisyona (PDKê) li Parlamentoya Kurdistanê dibêje, yekemîn karwana pêdviyan ji balafirxaneya Hewlêrê bi du balafiran dighên koçberan liser çiyayê Şingalê.

 

Serokê Lîsta Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Kurdistanê Omîd Xoşnaw di vê derbarê de ji BasNewsê re got: “Îro piştî saet çaran du firokeyên alîkariya însanî ji Hewlêrê ber bi çiyayê Şengalê ketin rê. Hevkarî jî yên Parlamentoya Kurdistanê û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ne.”

 

Derbarê corê alîkariyan de jî, Xoşnaw wiha axifî: “Alîkarî ji xwarin, av û erzaq pêk tên û hemû pakêtkirî û di qotiyan de ne.”

 

Xoşnaw diyar kir ku ji nêza û bêaviyê çendîn jin û zarok li çiyayê Şengalê canê xwe ji dest dane û ligel gehiştina hevkariyê dê kesên canê xwe ji dest dane werin veşartin.

 

Derbarê bihewar çûna Parlamantoya Kurdistanê bo koçberên Şingalê, jibilî hevkarî û pêdiviyan, çî din di bernameya wan de ye, Serokê frakisyona PDKê got: Bi zûtirîn dem Parlamentoya Kurdistanê ligel nûner û konsolxaneyên welatên cîhanê komdibe û daxwaza hevkariyê ji wan dike.

 

 

Nûçeyên têkildar