Hêzên Pêşmerge gundekî din kontrol kirin û ji Zumarê nêzîk bûn

Zumar-KDP.info- Wezareta Pêşmerge ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku Hêzên Pêşmerge li ser êrîşan berdewamin û ji navçeya Zumarê nêzîk dibin.
Helgurd Hikmet, rêneberê ragihandina Wezareta Pêşmerge ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji KDP.info re ragihand: “Hêzên Pêşmerge li navçeya Zumar, gundê Mehmûd kontrol kirin ku cihekî sitratîjiye û nêzîkî navçeya Zumarê ye, herwiha Hêzên Pêşmerge liser êrîşên xwe de berdewamin.”
Hikmet diyar jî kir ku, “Hêzên pêşmerge ji hemû aliyekî ve di pêşrewiyê de ne ji bo ku wan navçeyan kontrol bike, ku niha di destê DAIŞ de ne.”
Rêneberê ragihandina Wezareta Pêşmerge ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, Helgurd Hikmet, got jî: “Hêzên Pêşmerge di kontrolkirina wan navçeyan de lezayetiyê nake, da ku kêmtirîn ziyan û zortirîn destkeft bi dest bixe.”




