26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li navçeya Giwêr Pêşmerge bi tundî bersiva DAIŞê da

Çavkanî: KDP.info

Mexmûr-KDP.info- Qayimqamê bajerokê Mexmûrê ragihand ku îro berya nîvro çekdarên DAIŞê li sînorê navçeya Giwêr, êrîş kirin ser Pêşmerge, lê hêzê pêşmergeyên Kurdistanê bi tundî rûbirûyê wan bûn û DAIŞê hat şikestin.

Îbrahîm Şêxella, qayîmqamê bajerokê Mexmûrê, ji KDP.info re got: “Îro berya nîvro çekdarên DAIŞê li gundê Kuşafê yê ser bi navçeya Giwêr, êrişkirin ser hêza Pêşmerge, lê Pêşmerge bi tundî li wan çekdaran da û ew şikenandin.”

Qayimqamê bajerokê Mexmûrê, Îbrahîm Şêxella, herwiha got: “Cihê dilxweşiyê ye ku di wî şerî de ziyan neghiyane hêzên Pêşmerge.”

Nûçeyên têkildar