Davutoglu û Serok Barzanî liser Şingalê û bûyerên dawî axivîn

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu, di rêya telîfonê re peywendî ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir û giftûgo li ser rewşa dawî ya siyasî û emnî li Iraq û navçeya Şingalê kirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê, Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu, di rêya telîfonê re peywendî ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir û di hevdîtina şeva borî de, taybetî li ser mijara Şingalê û bûyerên dawî herdu alî axftin.
Herwiha Barzanî û Davutoglu, di hevdîtinê de li ser rewşa siyasî ya Iraqê û alîkariyên Tirkiyeyê yên bo herêmê sekinîn, û li ser serdana vê dawiyê ya Nêçîrvan Barzanî, serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê.




