Serokê hukûmetê bi parêzgarên Kurdistanê re kombûnek saz kir

Nêçîrvan Barzanî serokê hukûmeta herêma Kurdistanê, bi amadebûna cîgirê xwe Îmad Ehmed, digel her sê parêzgarên herêma Kurdistanê; Temer Remezan parêzgarê Duhokê, Newzad Hadî parêzgarê Hewlêrê û Behroz Mihemed parêzgarê Silêmaniyê kombûnek saz kir.
Di kombûnê de ku, Bayîz Talebanî wezîrê ekonomî û Nêçîrvan Ehmed serokê dîwana civata wezîran amade bûn, pirsgirêkên wîlayetan, pirsa şûrkirina desthilataji jor bo sazî û yekîneyên îdarî ji bo ku bi hêsanî karûbar û miamileyên hevwelatiyan bên meşandin, pirojeyên xizmetgozarî, pirsgirêkên milk û zeviyên çandiniyê, cîbicîkirina masterpilana bajaran û hevahengiya di navbera wîlayetan de hatin gotûbêjkirin.
Serokê hukûmetê di axavtinekê de îşaret bi giringiya vê civênê kir û biryar da ku bi awayekî derwrî, peryodîk, ev civînên digael parêzgarên wîlayetên herêma Kurdistanê bên saz kirin.
Serokê hukûmetê bi taybetî tekezî li ser prisa şûrkirina desthilatan ji jor bo saziyên jêr kir.
Di kombûnê de tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên milk û zaviyên çandiyê hat kirin û pêşniyar kirin ku wezîrên peywendîdar digel waliyan, jo bo çareserkirina wan pirsan, reşnivîsa biryarekê amade bikin û di civîna civata wezîrê hukûmeta herêma Kurdistanê de ew biryar bê gotûbêj kirin.




