Barzanî yekrêziya navbera aliyên siyasî parastiye û em hêvîdarin Kurdistan serbixwe û bihêz be

Hewlêr-KDP.info-Nivîskarê navdarê rjnameya Washington Post ya Amerkî, Deyvid Îgnaşiyos ragihand ku Serok Barzanî kariye yekrêziya navbera hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê biparêze û hêzên pêşmerge ji bona berjewendiya Kurdistanê bikar bîne, û dibêje cihê aram û saqamgîr li Iraqê, tenê Kurdistane.
Di hevdîtinekê de ligel Govara Gulan, nivîskarê navdarê Washington Post, Deyvid Îgnaşiyos, dibêje: “Serok Barzanî ne her di dema van bûyerên dawî de, lê belê ev çend salin wek serkirdeyekî jêhatî û bi awayekî jîr mamele kiriye, wî kariye yekrêziya navbera hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê biparêze û hêzên Pêşmege ji bona berjewendiya bilind ya Kurdistana Iraqê bikar bîne, lewra niha Serok Mesûd Barzanî dive rêyekî gelek hestyar bigre û hewl bide hevsengiyekê navbera berjewendiyên gelê Kurd û Iraqê rabigre, di baweriya min de Serok Barzanî dê di vî karî de serbikve, ji ber ku xwedî ezmûne û berî niha jî di erkên zehmet de serkeftî bûye.”
Deyvid Îgnaşiyos, got jî: “Eger cihekî xweş û aram li Iraqê hebe, Kurdistan e, ku armî û seqamgîrî tenê li Kurdistanê tê dîtin, ji ber ku Kurdistan xwedî pêşmergeyên bihêze ku dikare rûbirûyê êrîşên terorîstên DAIŞê bibe û niha serdirdeyên Kurd û yên Iraqî hevkarin liel Amerîka û hevpeymaniyên wê, da ku sitratîjiyetekê dûr û dirêj darêjin û hewil bidin xîlafea Îslamî ya DAIŞ bi dawî bînin.”
Ew nivşskar û rewşenbîrê navdar dibêje: “Ez bawerim ku Pêşmrge hiqasî bihêz be ku karibe berevaniyê li gelê Kurd bike li dijî DAIŞê û herwiha bikaribe êrîşên terorîstan ji xwe dûr bixe, pêwîstiya wan bi çekên nûjen dibe û dive hemû aliyek vê yekê li ber çavê xwe bigrin, li ba min pirsa sereke ewe ku Kurdistan bihêz û serbixwe be.”
Di dawiya gotina xwe de Deyvid Îgnaşiyos dibêje: “Hêvîdarim dostên me li Kurdistanê xwedî artêşeke bihêz û hikûmetekî baş bin, herwiha xwedî abûriyekî serkeftîbin, niha li Iraqê rewşeke zehmet û dijûar heye, hêviya min ewe Pêşmerge bikaribe Kurdistanê biparêze û Kurdistan serbixwe û bihêz be.”




