26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Candeka 160 anfalkirîyên Germîyan dê bihên vegerandin

Çavkanî: KDP.info

Wezareta şehîdan û anfalkirîyan a hukûmeta herêma Kurdistanê amadekarîyên anîna candeka 159 enfalên dinên devera Germîyan dike.

Di evê derbarê de Fuad Osman bêjedarê wezareta şehîdan û anfalkirîyan a hukûmeta herêma Kurdistanê ji PNA re ragihand, ku evê wezaretê zincîra çîyayê Hemrînê ku piranîya wan xelkê Germîyanin komîteyek pêk anî, ku ev komîta han jî ji çend şîretkar û birêveberên giştî pêkhatîye û seredana îdareya Germîyan kirîye û ji nêz ve digel wan guftûgo li ser bernameya wergirtin û veşartina candeka 159 anfalkirîyên çîyayê Hemrînê kirîye.

Herweha Osman got, seredana evê komîtê tenê ji bo veşartina 159 anfalkirîyane, ji ber vê yekê jî kengî ev komîta han digel îdareya Germîyan gihane ewê biryarê ku veşartina candekên anfalkirîyên çîyayê Hemrînê bi çi awayî be, dê wê demê dêrendazeya veşartina hestî û piroska wan anfalkirîyên çîyayê Hemrînê li devera Germîyan bi rêve biçe.

 

Nûçeyên têkildar