26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Nom Çomiskî: Êrîşên DAIŞ ji bo hindê ne ku Dewleta Kurdî neyê ragihandin

Çavkanî: KDP.info

Rojnameya Evro-KDP.info-Nivîskar û vkolerê navdarê Amerkî di daxuyaniyekê d ragihand ku divê serkide û gelê Kurd li hêviya ti kes û alîyekî nemînin û biryara dewletbûna xwe werbigrin ji ber ku gelek dewlet û  hêzên navdewletî lidu pilan û lîstikan digerin da ku qonaxa dewletbûna Kurdan vala derxînin û ew naxwazin dewleta Kurdî were ragihandin û êrîşên niha yên DAIŞê jî ji bona wê yekê tên kirin.

Nom Çomiskî, nivîskar û vekolerê navdar yê Amerîkî di daxuyaniyekê de ragihand ku piştî şoreşa Farensa û avakirina dewletên neteweyî, ev cara yekê ye ku dilîveke wiha zêrîn dikeve ber destê Kurdan û divê wê dilîvê ji destê xwe bernedin û dibêje: “Yên ku dibêjin serdemê avakirina dewleta neteweyî bi dawî hatiye, şaşin û dem gelekî guncayî ye bo avakirina dewleta serbixwe ya Kurdî li Başûrê Kurdistanê û ez dikarim bêjim heman delîve li ber destê Kurdên Rojava jî heye, lê gerek ew jî hizir li ser avakirina dewleta serbixwe bikin, ji ber ku ez bawernakim careke din delîveyeke wiha zêrîn bikeve ber destê wan.”

Vekolerê Amerîkî li ser êrîşên rêxistina DAIŞê li ser deverên kurdistanê jî ragihand ku “eve meheke di her nivîs û yan konfirans û kombûnan de ez diyar dikim ku divê Kurd li hember pilanên li dijî avakirina dewleta serbixwe hişyar bin.”

Çomiskî dibêje: “Li herêma Rojhelata Navîn û welatên Erebî û hinek dewletên din yên mezin hene ku naxwazin Kurd bibin xwedî dewlet û bibin xwedî vîna azad û ji ber vê yekê jî pilanan li dijî Kurdan digêrin û komên terorîst yên wek Qayîde û DAIŞê û komên selefî bo armancên xwe yên pîs xwedî dikin û ger demê pêwîstî hebû, bi riya van koman re êrîşên mezin encam didin û li gor hizra min, ji bo pûçkirina pilanên qirêj û êrişên DAIŞê, gerek di vê demê de dewleta serbixwe ya Kurdî were agihandin.”

Nivîskar û vekolerê Amerîkî, siyaseta niha ya welatê xwe li hember Kurdan jî bi tundî rexne kir û diyar kir ku “Kurd li Rojhelata Navîn hêzeke sereke ne, ku heta niha tu ziyana wan bo Amerîka nebûye û li demê şerê Iraqê heta niha Kurdan herdem piştevaniya Amerîka kiriye û Herêma Kurdistanê ji bona leşkerên amerîkî cihekî aram bû û ji ber vê yekê jî divê niha Amerîka di şerê li dijî DAIŞê de hevkariya Herêma Kurdistanê bike û eger ew yek neyê kirin dê piştre Amerîka poşman bibe, ji ber ku niha gelek berjewendiyên Amarîka bi riya Herêma Kurdistanê têne parastin û Kurdistan dikare bib navendeke mezin ya dîmokrasiyê û eger dewleta Kurdî jî were ragihandin dê bandora xwe ya mezin li pêşeroja herêmê bi giştî bike û êrîşên niha tên encamdan ji bona wê yekê ne ku rêgiriyê li pêşiya ragihandina dewleta Kurdî were kirin.”

Di dawiya axaftina xwe de jî Çomiskî diyar kir ku li Rojhelata Navîn hêza herî mezin ya Kurdaye û eger yekgirtî bin dê bikaribin dîrokê biguherin û dîrokeke nû ji bona xwe binivisînin û got jî: “Di nava salekê de divê dwleta serbixwe li Başûr û Rojavayê Kurdistanê were ragihandin û li gel tevgera neteweyî, azadîxwaz û dîmokratiya Bakûrê Kurdistanê di nav hevpeymaniyê de bin û li gor sitratîjiya hevpişk pirojeya siyasî ya xwe destnîşan bikin.”

Nûçeyên têkildar