26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Supayê Azadê Sûrî firokeyeka cengê anî xwarê

Çavkanî: KDP.info

Duhî li bajêroka Muhesen a bi ser parêzgeha Deyr El-zorê supayê Azadê Sûrî firokeyeka cengê anîn xwazrê û firokvanê wê jî girtin.

Di evê derbarê de li gorî Reuters, ku şoreşvanên Sûrî di tomargeheka vîdîyoyî de derêxistin ku wan firokvanê evê firokê girtine piştî wî xwe ji firokê avêjtî.

Yekek ji van şoreşvanan bi navê neqîb Abo Leys ragihand, ku em dê digel evî firokvanî li gorî rêkeftina Cunêfê ya taybet bi êxsîrên cengê reftar bikin.
Li gorî analysên sîyasî, heger şoreşvanên Sûrîya karîne bi rastî ev firoka han bihênin xwarê dê berê cengê were guhartin û dê gelek dergehê ber bo cuda bûna firokvana veke.

Nûçeyên têkildar