Hêzên Pêşmerge Wanikê kontrol kirin

Tilkêf-KDP.info- Hêzên Pêşmerge navçeya Wanikê xistin bin destê xwe û pêşrewiyê dikin jib o destdanîna kargeha derman li nêzîkî devera Qewsiyan. Herwiha li gor zanyariyan jî DAIŞ ji tirsa Pêşmergeyan direve.
Xezwan Daûdî, endamê Encûmena Parêzgeha Mûsilê, ji KDP.info re ragihand: “Şer di navbera hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de berdewame, û pêşmerge navçeya Wanikê ya ser bi qezaya Tilkêfê kontrol kiriye û destê xwe danîne ser kargeha derman li nêzîkî devera Qewsiyan.”
Xezwan Daûdî got jî: “Çekdarên DAIŞê ziyanekî mezin dîtin û hijmarekî mezin ji wan hatin kuştin û çendîn otombîlên wan hatin şewitandin.”
Daûdî got: “Li gor zanyariyan jî çekdarên DAIŞ ji tirsa Pêşmergeyan direvin.”




