Efserek: Pêşmerge li Şingalê ye û nêzîk jî hûnê mizgîniya serkeftineke mezin bibhîzin
__2014_08_04_h22m16s46__BA.jpg)
Şingal-KDP.info- Efserekî fermandeya Sipîlkê dibêje, hêzên Pêşmerge niha li nav qezaya Şingalê ne û bi serkeftinan berdewamin ûçekdarên DAIŞê hatine şikestin û ziyanekî mezin dîtine, hevdem dibêje nêzîk emê mizgîniya serkeftinên mezin bidin xelkê Kurdistanê.
Ebdulrehman Kewrînî, Efserekî fermandeya Sipîlkê Sipîlik, ji KDP.info re ragihand: “Niha em li nav Qezaya Şingalê ne û şer di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de berdewame û hêzên Pêşmerge di pêşrewê de ne, û dê tevahiya navçeyan bixin bin destê xwe.”
Kewrînî got jî: “DAIŞ bi destê Pêşmerge hat şikestin û hijmarek mezin ji wan hatin kuştin û terêmê xwe li şuna xwe hiştin.”
Efserekî fermandeya Sipîlkê, Ebdulrehman Kewrînî, dibêje: “Nêzîk emê mizgîniya serkeftinên mezin bidin xelkê Kurdistanê.”




