25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Pêşmerge gehiştine Şingalê û çekdarên DAIŞê şikenandine

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info-Vê êvarê pêşmerge gehiştin nav bajerokê Şingalê û niha terorîstên DAIŞê direvin û berê xwe didin navçeyên ku jê hatibûn, Wezareta Pêşmerge ya hikûmeta Herêma Kurdistanê jî nûçeyê piştrast dike û dibêje, hêzên Pêşmerge gehiştine Şingalê û çekdarên DAIŞê şikenandine û hijmarek mezin ji wan kuştine.

 

Helgurd Hikmet, rêveberê ragihandina Wezareta Pêşmerge ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ji KDP.info re ragihand: “Niha piraniya gundên Şingal û Zumarê di bin destê hêzên Pêşmerge de ne û berdewam li pêşrewê de ne û hêzên me gehiştine destpêka Şingalê û hijmarek mezin ji wan çekdaran hatine kuştin û nêzîkî 40 terim li şuna xwe hiştine.”

 

Emîd Helgurd Hîkmet got jî: “Ji berê de hêzên Pêşmerge li çiyayê Şingalê hebûn û niha jî her li wir in.”

 

Herwiha diyar kir ku “Hêzên Pêşmerge navçeya Sinûnê jî xistine bin destê xwe û niha jî di bin kontrola wan de ne û berê xwe didin navçeyên din jî.”

 

Hevdem efserekî ji hêza Zêrevanî ji malpera fermî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) ragihand ku “zêdetirî 50 kuştiyên DAIŞê hene, herwiha nêzîkî 100 çekdarên wan birîndar bûne, û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê her diçin ber bi pêşî de.”

 

Nûçeyên têkildar