Wezareta Pêşmerge: Em hewil didin kêmtirîn zirar û zortirîn destkeft bi dest bixin

Hewlêr-KDP.info- Rêveberê ragihandina Wezareta Pêşmerge ya hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, êrîşê hêzên Pêşmerge bo ser Şingal û Zumarê dest pê kirine û niha niha ew di pêşrewiyê de ne û karîne gelek cihan kontrol bikin, herwiha got jî ew lezayetiyê nakin ji bo ku ew kêmtirîn zirar û zortirîn destkeft bi dest bixin.
Helgurd Hikmet, Rêveberê ragihandina Wezareta Pêşmerge ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji KDP.info re ragihand: “Hêzên Pêşmerge dest bi livandinê kirine da ku ew navçeyên ku berê di bin destê wan de bûn, mîna Şingal û Zumar kontrol bikin û ji niha ve karîn hinek cih kontrol bikin û di pêşrewiyê de ne.”
Emîd Helgurd Hikmet ku niha li çeperên şerdeye li sînorê Şingal got: “Amadekariyên baş hatine kirin û pêşmerge ji hemû aliyan ve êrîş dike ser wan çekdaran û gelek cih ji bin destê wan derxistine, lê hîna bi temamî dever nehatiye kontrol kirin.”
Wî perpirsê Pêşmerge ew yek jî diyar kir ku “niha hêzên Pêşmerge li derdora Şingal û Zumarê ne û lezayetiyê nakin ji bo ku ew kêmtirîn zirar û zortirîn destkeft bi dest bixin.”




