Qahîre hat kontrol kirin.. Pêşmerge ji hemû aliyan ve êrîşan dike

Rebîhe-KDP.info- Efserê lîwaya 8ê yê hêzên Pêşmerge eşkere kir ku pêşmerge êrîşekî mezin ji hemû aliyan ve, dest pêkiriye û niha karîne gundê qahîre jî xistine bin destê xwe.
Haşim Sîteyî, Efserê lîwaya 8ê yê Pêşmerge, ji KDP.info re ragihand: “Ji doh ve, me devera Rebîhe xistiye destê xwe, îro jî hêzên Pêşmerge ji hemû aliyekî ve êrîş dike ser çekdarên DAIşê û niha em gehiştine navçeya Qahîre û me ew dever control kiriye û em di serkeftinê de pêşrewin.”
Herwiha Sîteyî, got jî: “Emê li ser êrîşên xwe berdewam bin û ber bi Zumarê ve dicing û tevahiya navçeyan dixin bin destê xwe.”




