Bendava Mûsilê di bin kontrola Pêşmerge de ye.. ji hemû aliyekî ve pêşmerge êrîşî DAIŞê dikin

Mûsil-KDP.info-Berpirsekî Partiya Demokrat a Kurdistanê li Mûsilê ragihand ku hêzek mezin ji bo parastina bendava Mûsilê hatiye şandin û tekez jî kir ku hêzek mezin hatiye amadekirin da ku ji hemû aliyekî ve êrîş bikin ser wan cihên ku di bin destê DAIŞê de ne.
Îsmet Receb, Berpirsê liqa 14 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Mûsilê ji KDP.info re ragihand: “Hêzek mezin ji Pêşmerge bo parastina bendava Mûsilê bi cîh bûne û niha ew bendav di bin kontrola hêzên Pêşmerge de ye û tu metirsiyek li ser nîne ku bikeve destê DAIŞê.”
Îsmet Receb, diyar jî kir ku “di çend kenalên ragihandinê de hatiye belav kirin ku bendava Mûsilê ketiye destê DAIŞê, lê ev nûçe ne raste û em hemû aliyan agahdar dikin ku ew bendav di bin kontrola hêzên Pêşmerge de ye.”




