Li Zumarê.. Pêşmerge 7 gund kontrol kirin

Zumar-KDP.info-Hêzên Pêşmergeli navçeya Zumarê 7 gund control kirin û her bi srkeftinê li pêşiyê ne.
Berpirsê navçeya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) li Zumarê, Salih Mîrnî, ji KDP.info re ragihand: “Hêzên Pêşmerge pilanekî baş danîne ji bo ku wan navçane kontrol bikin ku ketine bin kontrola çekdarên DAIŞê û ji doh ve çendîn gundên mezin hatine girtin û Pêşmerge di serkeftinê de her li pêşiyê ye.”
Salih Mîranî, got jî: “Hêzên Pêşmerge doh li bereya Zumarê, êrîş kir û serkeftî bû heta ku gundê Kelhê û Welîd çûn pêşî û li bereya bakûr jî heta gundê Bixur di pêşrewê de ne û hewl didin da ku navçeyê paqij bikin, lê çekdarên DAIŞê pira Iwêzanê teqandine û careya wê jî bombe kirineda ku pêşmerge sernekeve.”
Berpirsê navçeya Partiya Demokrat a kurdistanê li Zumarê ku bi xwe jî li bereyên şer de ye, zêdetir got: “Niha gundên Sihêle û Şêban û Masek û Kelhê û cixor û Cembe Hîv û Guzgîran, eva hemû ketine destê hêzên Pêşmerge û berdewamin li ser kontrolkirina navçeyên din jî.”
Herwiha ew yek jî diyar kir ku “hêzekî mezin ji Pêşmerge hatiye komkirin û çekên baş di ber destê wan de ye û ez geşbînim ku emê karibin tevahiya navçeyan control bikin.”




